Rûniştvanên Îsraîlî li Şerîa Rojava agir berdan du mizgeftan

Rûniştvanên Îsraîlî yên li Şerîa Rojava ya dagirkirî êriş birin ser gundên Fîlîstîniyan û agir berdana du mizgeftan. Her wiha bi Îbranî dirûşm li ser dîwarê mizgeftê nivîsîn.

Li gorî rayedarên Fîlîstînî, sibeha Yekşemê êriş li gundên Fîlîstînê yên li herêmên cuda yên Şerîa Rojava qewimî.

Li gundê Qusra yê li başûrrojhilatê Nablusê, mizgefteke ku nû hatibû çêkirin ji aliyê rûniştvanên Îsraîlî ve hate şewitandin.

Hate ragihandin ku gotinên "Tolhildana Yahûdiyan" bi Îbranî li ser dîwarên mizgeftê hatin nivîsandin. Her wiha navê Îsraîliyekî beriya bi çend rojan jiyana xwe ji dest da li ser dîwar hate nivîsandin.

Li gundê Kur ê li başûrrojhilatê Tulkarmê jî hewl hate dayin ku mizgeftek bê şewitandin. Rayedarên Fîlîstînî diyar kirin ku şewat ji aliyê kesên li hundirê mizgeftê ve hate vemirandin, lê belê dirûşmên bi Îbranî li ser dîwarê mizgeftê hatin nivîsandin.

Rêveberiya Fîlîstînê ragihand ku êriş parçeyek ji tundiya rûniştvanan e ku bi piştgiriya dewleta Îsraîlê tê mezinkirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezaretiyê de hate gotin, "Terora rûniştvanan li tevahiya şerîa Rojava ya dagirkirî vediguhere pogromeke bi rêk û pêk."

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku leşkerên gihîştin Kusrayê şopa şewatê û nivîsên li ser dîwaran tespît kirine û ji bo girtina êrişkaran lêgerîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de îbadetxane bûyerên bi vî rengî şermezar dikin.